NÛÇEYÊN KURDÎ

KABLOYÊN ÎNTERNETÊ HAT DIZÎN TAXEK BÊ ÎNTERNET MA

Li taxek Amedê ya ku di erdhêjê de zirar dîtibû û beşeke wê ya mezin hat tehliyekirin, ji ber dizîya kabloyan welatî nikarin xwe bigihînin înternetê.

KABLOYÊN ÎNTERNETÊ HAT DIZÎN TAXEK BÊ ÎNTERNET MA

Li taxek Amedê ya ku di erdhêjê de zirar dîtibû û beşeke wê ya mezin hat tehliyekirin, ji ber dizîya kabloyan welatî nikarin xwe bigihînin înternetê.

Yek ji taxên ku di erdhêjê de herî zêde zirar dît Taxa Şêx Şamil a Navçeya Baglar a Amedê ye. Piştê hilweşandina avahîyên ku gelek zirar dîtine, hema hema hemû kabloyên ku binesazîya înternetê pêşkêş dikin hatin dizîn.

Esnafên taxê dîyar kirin ku pirsgirêkên wan ên înternetê hene û gotin, “Em her roj li cîhên pêwîst digerin. Dibêjin 'Em ê di rojek an du rojan de werin û çareser bikin' lê qet nayên.

Dibêjin heta 6 mehan nikarin înternetê bidin. Her kes înternetê ji telefona xwe bikar tîne. Esnaf û şênîyên taxê mexdûr dibin.” Her wiha esnafan bi gotina 'Em çareserîya vê pirsgirêkê dixwazin' nerazîbûnên xwe anî ziman.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.