NÛÇEYÊN KURDÎ

KAHRAMAN: JI BO BETALBÛNA ÎHALEYÊ PÊNGAVA HIQÛQÊ HAT DESTPÊKIRIN

Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB’ê, derbarê firotina parselên taxên Dokûzçeltîk û Ûçkûyûyê ya ku ji alîyê Şaredarîya Yenîşehîrê ve biryara firotinê hate dayîn, daxuyanîya çapemenîyê da.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku 50 donimên li taxa Fabrîkayê û 2 parselên taxa Ûçkûyûyê, di çarçoveya heqê rayîçê ya xezînê de wek qada nûkirina bajêr, dewrê Şaredarîya Yenîşehîrê hatîye kirin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku gel, ji ber vê yekê mexdûr bûne û ji bo betalbûna îhalê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. Daxuyanî li ser navê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB’ê ji alîyê Ferît Kahraman ve hat xwendin û di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Divê van kiryarên yên bêhiqûqî ku ji bo rantê ne, demildest bên terikandin. Em ji kesên ku xwedîyê wijdan û berpirsîyarî ne ji bo bi gel re têbikoşin, banga piştevanîyê li wan dikin. Her wiha em ji raya giştî re radigihînin ku ji bo betalkirina îhalê, me pêngava hiqûqî avêtîye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.