NÛÇEYÊN KURDÎ

KAMPÊN PENABERAN ÊN GAZE’YÊ BÛN HEDEFA BOMBEYÊN ÎSRAÎL’Ê

Di şer û pevçûnên ku li gelek deverên Gazeyê berdewam dikin de kampên Nusayrat û Şatî yên penaberan jî bûne hedefa bombeyan.

KAMPÊN PENABERAN ÊN GAZE’YÊ BÛN HEDEFA BOMBEYÊN ÎSRAÎL’Ê

Di şer û pevçûnên ku li gelek deverên Gazeyê berdewam dikin de kampên Nusayrat û Şatî yên penaberan jî bûne hedefa bombeyan.

 

Di roja 11emîn a şerê ku bi êrîşên Hemas û komên girêdayê wê yên di 7ê cotmehê de li dijî Îsraîlê dest pê kiribû, Artêşa Îsraîlê bi şev êrîşên xwe yên li ser Gazeyê dewam kir.

 

Li gorê nûçeya AAyê (Ajansa Anadolu) ku li ser çavkanîyên ji Gazeyê ye, hat dîyarkirin ku di encama êrîşên hewayî yên li ser herêma Xan Yûnûs de gelek birîndar rakirin Kompleksa Tibê ya Nasir a Gazeyê.

 

Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA ragihand ku êrîşên Îsraîlê yên bi balafirên şer, keştî û topan ên li ser Gazeyê bi şev jî dewam kirin. Balafirên şer ên Îsraîlê tevahîya şevê kampên penaberan ên Nusayrat û Şatî yên li herêmên navenda Gazeyê bi dijwarî bombebaran kirin. Herêmên rojhilatê bajêr jî bûne hedefa topbarana Îsraîlê.

Li gor şahidên bûyerê, di encama êrişa li ser malekê li herêma Dêra Belahê ya li navçeyên yên Gazeyê de 7 Filistînî di nav de zarok jî hebûn, jîyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser herêma Refahê ya li başûrê Gazeyê de jî kuştî û birîndar hene. Li Taxa Rimêlê ​​ya li rojavayê bajêr di encama bomberdûmana malekê de 8 kes jîyana xwe ji dest dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.