NÛÇEYÊN KURDÎ

KAMYONÊN MEHSÛL BARKIRÎ BI ROJAN E LI BER TMO RAWESTÎYAN E

Cotkar û kamyonên ku randevûya wan li Lijneya Genim a Tirkîyeyê (TMO) hebû û 5 roj in li bendê ne, îsyan kirin.

KAMYONÊN MEHSÛL BARKIRÎ BI ROJAN E LI BER TMO RAWESTÎYAN E

Cotkar û kamyonên ku randevûya wan li Lijneya Genim a Tirkîyeyê (TMO) hebû û 5 roj in li bendê ne, îsyan kirin.

Cotkarên ku li Navçeya Mermerê ya navçeya Sûrê ya Amedê mehsûlê xwe berhev kirin e, digel ku randevûya wan heye jî bi zêdeyî 40 kamyonên tije zevî 5 roj in li ber TMOya Mermerê li hêvîyê ne ku mehsûlên xwe bifroşin.

Li gor nûçeya  rojnameya Tigris, rayedarên TMO'yê dîyar kirin ku ji ber ku embarên wan hemû tije bûn in, nikarin wekê din mehsûlan bikirin. Cotkaran anî ziman ku ew mexdûr bûne û dîyar kirin ku ew berbi embarên TMO'yê yên navçeya Bismilê hatine kirin, lê wê 50 kîlometre zêde heqê neqlîyeyê bidin.

Cotkaran dîyarkirin ku dewletê ji wan re gotîye, "Heta 1 kîlo kelûpelên wan li erdê bimîne em ê alîkarîya cotkaran bikin" û xwestin dewlet vê soza xwe bîne cîh. Ji cotkaran Veysî Başçi jî wiha got, “Rayedaran sozên xwe bi cih neanîne. Em li vir bang li rayedaran dikin, bila alîkarîya me bikin. Di embaran de valahî hene, bila berhemên me bikirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.