NÛÇEYÊN KURDÎ

KARA JI BAKRAKTAR RA GOT: DIVE ÇEND MIROVÊN DIN BIMIRE?

Parlamentera CHP'ê ya Hatayê Yildirim Kara, derbarê mirina 2 zarokên mexdûrên erdhêje ku di şewata konteynirê de mirîyabûn de wiha got: "Divê çend mirovên din bimirin da ku tedbîrên ewlehîyê werin girtin û kontrol bên kirin?"

KARA JI BAKRAKTAR RA GOT: DIVE ÇEND MIROVÊN DIN BIMIRE?

Derbarê mirina 2 zarokan a ku di konteynira li navçeya Samandag a Hatayê ku malbata mexdûrên erdhêjê lê diman û şewitî bû de li Meclîsê bertek hat nîşandan.

 

Wekîla CHP’ê ya Hatayê Nermîn Yildirim Kara, Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Siruştî Alparslan Bayraktar rexne kir û got, “Dema ku her roj nûçeyên şewata nû ya ji ber ceyranê derdikeve, wezîr li ku ye? Ne şîrîketên belavkirinê û ne jî rayedarên giştî berpirsyarîyê nagirin ser xwe. Divê çend mirovên din bimirin da ku tedbîrên ewlehîyê werin girtin û kontrol bên kirin? Ji ber xebateke bikêmasî û xemsarîyê em jîyana xwe ji dest didin. Mexdûrên erdhêjê yên li vê derê ne di nav karên pêşîn ên hikûmetê de ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.