NÛÇEYÊN KURDÎ

KARACA: DIVÊ PAKÊTEKE TAYBET A PIŞTGIRÎYÊ JI MEDYAYÊ RE VEBIKIN

Serokê Federasyona Rojnamevanên Tirkîyeyê (TGF) Yilmaz Karaca, dîyar kir ku ji bo ku li herêma erdhejê Medya û çapemenîyê bilind bikin, wan raporek amade kirîye da ku dewlet destekê bide çapemenîyê.

KARACA: DIVÊ PAKÊTEKE TAYBET A PIŞTGIRÎYÊ JI MEDYAYÊ RE VEBIKIN

Serokê Federasyona Rojnamevanên Tirkîyeyê (TGF) Yilmaz Karaca, dîyar kir ku ji bo ku li herêma erdhejê Medya û çapemenîyê bilind bikin, wan raporek amade kirîye da ku dewlet destekê bide çapemenîyê.

Karaca ku li Kampusa Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat a li Sumerparka Amedê, bi rojnamevanan re hat cem hev. Lêkolînên xwe yên li bajarên ku ji erdhejê bandor bûne û pirsgirêkên xebatkarên çapemenîyê rû bi rû mane nirxand. Karaca da zanîn ku divê Midûrîyeta Ragihandinê pakêteke taybet a piştgirîyê ji çapemenîyê re ragihîne.

Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Mûcahît Ceylan, dîyar kir ku ji ber erdhejê li Amedê gelek gelek rojnameger ji ekîpmanên xwe bûne û daxwaz kir ku rojnamevan jî, ji xanîyên ku wê ji bo mexdûrên erdhêjê bên çêkirin sûd werbigrin.

Ceylan anî ziman ku ji bo pêdivîyên rojnamegeran bi cih bînin dest bi pêvajoyekê kirine û bang li sazîyên rojnamevanîyê kirine ku piştgirî bidin sazîyên çapemenîyê yên li herêma erdhejê.

Karaca bal kişand ku Ajansa Reklamê ya Çapemenîyê tenê piştgirîyê dide rojnameyên ku reklamên fermî distînin û wiha got: “Ajansa Reklamê ya Çapemenîyê tenê ji bo rojnameyan pakêta piştgirîyê ya 800 hezar lîreyî ango ji bo her rojnameyekê 15 hezar lîre dide.

Wek Federasyona Rojnamegerên Tirkîye mijarek heye ku em tênagihêjin, Televîzyon ji dewletê lîreyek jî destek nagirin, lê pişta televizyonan di bin berdêla peykê de şikestîye. Her wiha malperên înternetê jî piştgirîyê nagirin.

Çapemenîya welatê me ne tenê rojname ye. Divê piştgirî ji bo rojname, televîzyon, malper û radyo jî bên dayîn. Em ji bo Midûrîyeta Ragihandinê, Ajansa Reklamê ya Çapemenîyê û rayedarên hikûmetê raporekê amade dikin. Ji bo ku nûçeyên saxlem werin wergirtin divê piştgirîyê bidin çapemenîyê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.