NÛÇEYÊN KURDÎ

KARKERÊN TENDURISTÎYÊ BIRYARA RAWESTANDINA KAR DA

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî li seranserê Tirkîyeyê, rojekê biryara rawestandina kar da.

KARKERÊN TENDURISTÎYÊ BIRYARA RAWESTANDINA KAR DA

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî li seranserê Tirkîyeyê, rojekê biryara rawestandina kar da.

Piştê ku li Konyayê Pisporê Kardîyolojîyê Bijîşk Ekrem Karakaya, dema li ser karê xwe bû hat qetilkirin, Saglik-Senê di 7-8’ê Tîrmehê de, biryara rawestandina kar da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Weke xebatkarên tenduristîyê, em li hemû Tirkîyeyê biryara rawestandina kar didin. Ji ber qetilkirina Bijîşkê Pispor Ekrem Karakaya yê li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê, em di 7'ê Tîrmehê de di hemû sazî û rêxistinên tenduristîyê de biryara rawestandina kar didin.”

Di daxuyanîya Yekîtîya Tabîban de jî wiha hat gotin; "Em dîyar dikin ku em ê bi hemû endamên xwe û hemû endamên rêxistinên tenduristîyê re, li ber sazîyên tenduristîyê û midûrîyetên tenduristîyê bisekînin û bertekên xwe biqîrin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.