NÛÇEYÊN KURDÎ

KARKEREK LI ÎNŞAATA TOKÎ’YÊ DI BIN KAMYONÊ DE MA Û REHMET KIR

Li navçeya Baglarê karkerê ku li înşaeta ku malên erdhêjê yên TOKÎyê lê tên çêkirin di bin kamyonekê de asê ma û jîyana xwe ji dest da.

KARKEREK LI ÎNŞAATA TOKÎ’YÊ DI BIN KAMYONÊ DE MA Û REHMET KIR

Li navçeya Baglarê karkerê ku li înşaeta ku malên erdhêjê yên TOKÎyê lê tên çêkirin di bin kamyonekê de asê ma û jîyana xwe ji dest da.

 

Li gor agahîyên ku hatine vergirtin, karkerê înşaetê Hasan Savur (42) ê ku li înşaeta xanîyên erdhêjê yên ji alîyê TOKÎ'yê ve li Taxa Oglakli ya navçeya Baglar a Amedê tên çêkirin, di bin kamyona paşve dihat de ma û bi giranî birîndar bû. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristîyê û cendirme sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.

Ekîbên tenduristîyê di kontrolên xwe de tespît kirin ku Savur mirîye. Cenazeyê Savur ji bo otopsîyê birin nexweşxaneyê. Ajokarê kamyonê ji alîyê ekîbên cendirmeyan ve hat binçavkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.