NÛÇEYÊN KURDÎ

KARMENDÊ KU CEYRANÊ PÊGIRT JÎYANA XWE JI DEST DA

Karmendê DEDAŞ'ê yê ku ceyranê pêgirtibû îro vê sibehê li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.

KARMENDÊ KU CEYRANÊ PÊGIRT JÎYANA XWE JI DEST DA

Karmendê DEDAŞ'ê yê ku ceyranê pêgirtibû îro vê sibehê li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.

Li navçeya Bismilê ya Amedê dema ku ekîbên girêdayê Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAS) pîvana li ser trafoyê dixwendin, duh danê nîvro karmendê bi navê Veysel Elaltiner, ceyranê pêgirt.

Hevalên wî yên kar ew ji ser trafoyê daxist xwarê û piştê mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristîyê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Piştre sewqê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin.

Elaltiner îro danê sibê li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.