GÜNDEM

KARMENDÊ KU LI DÎSKÎ DIXEBITE LI JIN A 63 SALÎ XIST

Personelê DÎSKÎyê ku li Amedê li hemwelatîyekî xist, ji kar hat dûrxistin.

KARMENDÊ KU LI DÎSKÎ DIXEBITE LI JIN A 63 SALÎ XIST

Personelê DÎSKÎyê ku li Amedê li hemwelatîyekî xist, ji kar hat dûrxistin.

Li gor nûçeya Rojnameya Tîgrîsê, Herdem Ertokuş a 63 salî ku li Taxa Gordogan a navçeya Yenîşehîra Amedê dijî, ji ber ku gotîye te çima saeta me ya avê jî nexwend û hişyar kirîye, karmendê ku li DÎSKÎ dixebit e li wê dixe.

Herdem Ertokuş a ku ji dest û serê xwe birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê û xistin bin çavdêrîyê.

Piştê bûyerê, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî û cîgirên midûrê giştî, serdana Ertokuş û malbata wê kirin, lêborîn ji malbatê xwestin û dîyar kirin ku ev rewş nayê qebûlkirin.

Derbarê bûyerê Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎyê daxuyanî da. Hat dîyarkirin ku “Ew kesê ku navê wî bi DÎSKÎ re tê bilêvkirin personelê fîrmaya ku karê metrexwendina sazîya me dike ye. Piştê bûyerê peymana kar a wî karmendî hat betalkirin, hemû xebatên hiqûqî û îdarî wê ji alîyê Midûrîyeta Giştî ya DÎSK ve bên şopandin.”

Nûçegîhanê Rojnameya Tîgrîsê Mahsûn Kara yê ku ev bûyer anî rojevê, dîyar kir ku li ser medya civakî gef li wî tê xwarin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.