NÛÇEYÊN KURDÎ

KARMEND ÊN JIN LI AMEDÊ CIVÎN LI DAR XISTIN

Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO), Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrrojhilatê (DOGÜNKAD) û Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) ji bo balê bikşînin ser zêdebûna temsîliyeta jinan di odeyên pîşeyî û saziyên din de civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

KARMEND ÊN JIN LI AMEDÊ CIVÎN LI DAR XISTIN

Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO), Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrrojhilatê (DOGÜNKAD) û Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) ji bo balê bikşînin ser zêdebûna temsîliyeta jinan di odeyên pîşeyî û saziyên din de civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de endama rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê DTSO Seda Berakatoglû axivî û wiha got; Îro di her 16 komên pîşeyî yên cuda yên Odeya me de zêdetirî 2 hezar endamên jin hene, 35 endamên jin di beşên cuda de kar dikin di organên Odeya me de bi awayekî aktîf cih girtine. Bi vî awayî me rê li ber jinan vekir ku di mijarên ku jinan eleqedar dikin de biryarê bidin û di Odeya xwe de rêgeza rêveberiya beşdariyê serdest kir. Berakatoglu, anî ziman ku rêxistinên jinan di nava hevgirtinê de ne û wiha got: “Em bi biryar in ku pêşeroja xwe bi hev re bi rêveberiyeke beşdar û zelal ava bikin. Divê ti kes gumanê neke ku em ê bi hemû pêkhateyên bajarê xwe re vê yekê pêk bînin. Em bi hev re derketin rê, em bi hev re bi ser ketin." 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.