NÛÇEYÊN KURDÎ

KARSAZÊN AMEDÊ: EM DIXWAZIN HERÎ KÊM KESEK DIN JÎ BIGRIN KAR

Alîyên eleqedar ên karsazîya Amedê têkildarê kampanyaya ku ji bo birînên erdhêjê bipêçin dane destpêkirin, daxuyanîyeke hevpar dan.

KARSAZÊN AMEDÊ: EM DIXWAZIN HERÎ KÊM KESEK DIN JÎ BIGRIN KAR

Alîyên eleqedar ên karsazîya Amedê têkildarê kampanyaya ku ji bo birînên erdhêjê bipêçin dane destpêkirin, daxuyanîyeke hevpar dan.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, “Erdheja ku weke felaketa sedsalê hatîye binav kirin, bandor li tevahîya gelê me kir. Ji ber vê yekê pêwîstî bi hevgirtineke civakî ya pir berfireh heye.

Ji bo hemwelatîyên me yên di erdhejê de zirar dîtine, pêvajoya dijwar were hêsan kirin û ji bo em piştgirîyê bidin gelê xwe, me weke karsazên Amedê xebateke nû ya piştgirîyê da destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyaya ku bi dirûşmeya “Emê karmendekî zêde bigirin kar” hatîye destpêkirin de, ji malbatên ku malên wan hilweşîyane yan jî zirareke mezin dîtine, ji bilî karkerên heyî, em dixwazin herî kêm kesek din jî bigrin kar.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.