NÛÇEYÊN KURDÎ

KAYA: BILA KARÊN VÎZEYÊ YÊN JI BO IRAQÊ BETAL BIBE

Mirovên pîşekar ên Amedî destnîşan kirin ku biryara şerta vîzeyê bandorek xerab li ser aborî û bazirganîyê çêdike ji ber vê yekê ew daxwaza betalkirina vê biryarê dikin.

Piştê ku Rêveberîya Herêma ya Kurdistanê di sala 2017’an de referandûma xweserîyê çêkir, Tirkîye ji bo hemwelatîyên Iraqê şerta vîzeyê danî. Bi danîna vê biryara şerta vîzeyê re hejmara tûrîstên li Iraq û herêma Kurdistana federe ket û ev yek jî li ser aborîya bajarên Kurdan bandorek xerab lê kir. Mirovên pîşeyî gotin: “Heke Tirkîye vê biryarê betal bike wê pêwendîyên her du welatan pêş de biçe û qada aborîyê de geşedanên xurt çêbibe.” Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazîya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya dîyar kir ku heke biryara vîzeyê were betalkirin wê demek kurt de geşedanên erênî ji alîyê her kesê ve were dîtin û wiha axaftina xwe domand: “Divê hemû welatên cîran re vîze bê rakirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.