NÛÇEYÊN KURDÎ

KAYA: LI DIJÎ MIN Û TJA DE KAMPANYAYA LÎNCÊ DESTPÊKIRIN E

Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, dîyar kir ku axaftina wê ya li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) ji hêla hin sazîyên çapemenîyê ve hat serobinokirin.

Kaya dîyar kir ku li dijî wê û TJA'yê kampanyaya hedefgirtin û lîncê hatîye destpêkirin û wiha axivî; “TJA ya ku tê xwestin bê krîmînalîzekirin, bi salan e li hemû welat polîtîkayên pêşîlêgirtina tundîya li ser jinê dimeşîne.

Em destûrê nadin ku TJA û aktîvîstên wê bên îllegal kirin. Ez dixwazim ji raya giştî re ragihînim ku ez ê derbarê kes û sazîyên ku ji ber gotinên min di çarçoveya azadîya raman û derbirînê de min dikin hedef, serlêdana sûc bikim."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.