NÛÇEYÊN KURDÎ

KAYA: LI WELAT DERBARÊ VEBERHÊNANÊ DE PIRSGIRÊKA PÊBAWERÎYÊ HEYE

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, piştê hilbijartinê bendewarîyên aborî û veberhêneran ên ji Rojnameya Tîgrîsê re nirxand.

Kaya, dîyar kir ku bi taybetî gavên di warê aborîyê yên di pêvajoya berîya hilbijartinê de hatine avêtin de pirsgirêkên girîng derketin holê û wiha  got, “Ji ber derketina qeyrana aborî, fikar hebûn ku krîza heyî di siberoja Tirkîyeyê de berdewam bike. Bi taybetî, pirsgirêka EYTê û pirsgirêka enflasyona bilind û hêza danûstendinê ya kêm heye. “ Kaya dîyar kir ku ji bo pirsgirêkên di aborîyê de ji holê rabin, divê rêbaz rast û di cîh de bên amadekirin û wiha got, “Ji bo vê jî divê berîya her tiştî, Tirkîye vegere rewşa welatê ku veberhênan lê tê kirin. Ji bo vê jî divê li welat demokrasî bipêş bikeve û ev jî bi edaleteke zelal û pêbawer pêkan e.  Kaya destnîşan ku divê em sermayedarên bîyanî teşwîq bikin da ku werin welat. Divê can û malê veberhêneran di ewlehîyê de be da ku li welat veberhênanên saxlem bêne kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.