NÛÇEYÊN KURDÎ

KAYAALP Ê MHP’YÎ WALÎYÊ AMEDÊ YÊN BERÊ SÛCDAR KIR

Serokê Bajarê Amedê yê MHPê Cîhan Kayaalp, di doza ku ji ber sûcên "ji azadîyê bêpar hiştin" û "zincîra tacîza zayendî" tê darizandin û jê re ji 10 salan heta 16 salan cezayê hepsê tê xwestin, îdîayan red kir.

KAYAALP Ê MHP’YÎ WALÎYÊ AMEDÊ YÊN BERÊ SÛCDAR KIR

Kayaalp ê ku di danişîna li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de parastina xwe kir, dîyar kir ku di îfadeya xwe ya li dozgerîyê de gotina "ez ji alîyê cinsî ve bêhêz im" bi kar neanîye û gotîye "ez fitiq bûme" û " derûnîya min gelek xirabe", lê ew di raporê de "wek bê hêzîya cinsî" nîşan dane. Kayaalp anî ziman ku di navenda Ewlehîyê ya bajêr de li dijî wî komplo hatîye çêkirin.

 Kayaalp dîyarkir ku Walîyê Amedê yê berê Mûnîr Karaloglû bi gotina "Yê ku xiyanetê li welat bike xayin e" rexne li wî girtîye û anî ziman ku Karaloğlu ji ber îfadeya xwe ji wezîfeyê hatîye dûrxistin û bêyî ku navê wî bilêv bike di sûcdarîyên ku bi navê komployê bi nav dike de Karaloglû nîşan da.

Dadgehê biryara berdewamkirina girtina Kayaalp da û danişîn taloqê 4'ê Mijdarê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.