NÛÇEYÊN KURDÎ

KEDKARÊN PTT’Ê LI DIJÎ XEBITANDINA DI BETLANEYA CEJNÊ DE BERTEK NÎŞAN DA

Xebatkarên PTT'ê yên Amedê ku bi hinceta kar û xebat zêde ye xebitandina di 9 rojên betlaneya cejnê, bertek nîşan dan û dîyar kirin ku ev pêkanîn kêfî ye.

Şaxa Haber-Sen'ê ya Amedê ku îro li ber Navenda PTTê ya Amedê daxuyanî da û dîyar kir ku ew ê ji ber xebitandina karkeran a di betlaneya 9 rojên cejnê de li PTT'ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku, "Wekî Her tim Midûrîyeta Giştî ya PTT'ê bi hinceta ku kar û bar zêde ye mafên betlaneya fermî ya karkerên PTT'ê xesp dike.  Em ê tavilê dawî li van kiryarên Midûrîyeta Giştî ya PTT’ê yên neheq û nehiqûqî bînin.

Di Cejna Qurbanê de em ê li dijî xebitandina bi darê zorê ya karmendan derkevin û ji bo daxwazên mafdar ên kedkaran em ê li qadan bin û em ê mafê xwe yê hiqûqî bikarbîn in.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.