NÛÇEYÊN KURDÎ

KEDKARÊN TENDIRUSTÎYÊ XWARINÊN KÊM PROTESTO KIRIN

Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristîyê (SES) xwarinên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubîyê ji ber hindik û bêkalîte ne li baxçê nexweşxanê sifre li erdê raxistin û xwarinan protesto kirin.

Gelek kedkarên tendirustîyê beşdarî vê çalakîyê bûn û di sifra ku li erdê raxistin li ser dew û sîmît xwarin. Endamê Şaxa Amedê yê SES’ê Yakûp Ozbey di çalakîyê de axivî û wiha got: “Di maweyên dirêj ên kar de gelek asayî ye em birçî dibin lê li nexweşxanê ne xebatkar ne jî nexweş têra xwe xwarin nikarin bixwin. Em ji bo hişyarîyê vê çalakîyê li dar dixin. Çimkî nexweş ji ber rewşa aborîyê nikarin tasek şorbe bistînin. Em dixwazin ev pirsgirêka xwarinê bila çareser be yan na em ê çalakîya xwe di demên pêş de xurttir bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.