NÛÇEYÊN KURDÎ

KENY’Ê PÊŞNÛMEYA “RAWESTANA MIROVΔ YA GAZE YÊ QEBÛL KIR

Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşnûmeya ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Gazeyê qebûl kir.

KENY’Ê PÊŞNÛMEYA “RAWESTANA MIROVΔ YA GAZE YÊ QEBÛL KIR

Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşnûmeya ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Gazeyê qebûl kir.

Pêşnûmeya biryarê ya ku Malta li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşkêş kir, di rûniştina awarte de erê kir. Pêşnûme ji 15 endaman bi 12 dengên "erê" û 3 jî bêmeyl hat qebûlkirin. Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê, Rûsya û Îngilîstan dengê bêmeyl dan.

Li alîyê din Konsey, pêşnûmeya Rûsyayê ya ku li şûna "rawestana mirovî" ve gotina ‘agirbest’ bê nivîsandin, red kir. Di biryarnameyê de hat gotin ku divê ev navber li gorê hiqûqa mirovî ya navneteweyî "rojên têrker" bin û bang li Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wan hat kirin ku ji bo alîkarîyên mirovî bênavber, bilez û bi ewle bigihîjin hev.

Di biryarê de hat xwestin ku yên hemû dîl hatine girtin, bi taybetî zarok, ji alîyê Hamas û komên din bên berdan û hat xwestin ku astengkirina pêdivîyên bingehîn ên gelê sivîl ên li Gazeyê bê rawestandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.