NÛÇEYÊN KURDÎ

KESÊ BI BULTENA SOR DIHAT XWESTIN ENDAMÊ GÎKÊ YÊ HUDA PARÊ YE

HUDA PAR a ku di lîsteyên AKPê de ketibûn hilbijartinan û 4 wekîl bidest xistibûn û ji ber têkilîya wan a bi Hîzbûllah re dihat rexne kirin, derket holê Mehmet Fatîh Anal ê ku di heqê wî de di sala 2009an de Bultena Sor hatîye derxistin, Endamê Lijneya Şêwirmendîya Giştî (GÎK) yê HUDA PARê ye.

Piştê kuştina Huseyîn Velîoglûyê ku wek damezrînerê Hîzbûllah tê zanîn, navê Mehmet Fatîh Anal di nava kesên pêvajoya ji nû ve rêxistinê bihevdighîne û bi îdîayên ku li dijî generalan sûîqest plan kirine hatibû  rojevê.  

Ozgur Cebecî yê ji Rojnameya Sozcuyê, di nûçeya xwe de dîyar dike ku piştê ku di 17ê Çileya 2000î de li Beykoza Stenbolê bi avêtina ser mala rêxistinê de, lîderê rêxitinê Huseyîn Velioglû hat kuştin û di arşîvên ku hatin bidestxistin de falîyetên Mehmet Fatîh Anal bi hûrgilî tê de derbas dibe.

Li ser vê yekê polês li her cîh li Anal digerîya. Ji bo mafê îltîcayê bi dest bixe jî Anal, bi rêyên derqabûnî revîya Îsvîçreyê.  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.