NÛÇEYÊN KURDÎ

“KESÊ LI SER MEDYA CIVAKÎ HEQARET LI BAŞAK DEMÎRTAŞ KIRÎYE PARÊZEREK JI BAROYA STENBOLÊ YE”

Hat îdiakirin ku Osman Taşdemîrê ku li ser medyaya civakî heqaret li Başak Demîrtaş kir, yek ji parêzerê ku li Baroya Stenbolê qeydkirî ye.

Cîgira Seroka Koma Partîya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş, dîyar kir ku berpirsyarê heqaretê Osman Taşdemîr e ku li baroya Stenbolê qeydkirî ye.

Beştaş bang li Baroya Stenbolê kir ku bikevin nava liv û tevgerê û wiha got: “Berpirsê êrîşa bêexlaqî ya li ser medyaya civakî li dijî Başak Demîrtaş, parêzerê bi navê Osman Taşdemîr ê li baroya Stenbolê qeydkirî ye.

Em bang li Baroya Stenbolê dikin ku der barê vî kesê qirêj ê ku gelek caran bi nasnameya xwe ya vekirî heqaret li sîyasetmedarên me kirîye, bikevin nava tevgerê.

Ev hemû hesabên ku ji alîyê hin kesan ve tên parastin, helbet wê li pêşberê qanûnê hesab bidin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.