NÛÇEYÊN KURDÎ

“KESÊN ELÇÎ QETIL KIRIN WEK KOALÎSYONA XERABÎYÊ HEBÛNA XWE DIDOMÎNE”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 7’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanî ya ku bi îmzeya Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nuray Ozdogan û Serhat Eren bi sernavê "Yên ku Tahîr Elçî qetil kirin, li dijî Tirkiyeyê weke koalîsyona xerabîyê hebûna xwe didomînin" daxuyanî hat weşandin û di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

“Dema ku em li doza 4 sal û nîv piştê qetlîamê hatiye vekirin dinhêrin, bi zelalî dibînin ku di dosyaya ku kujerên Tahîr Elçî yê ku jiyana xwe bi têkoşîna li dijî polîtîkaya bêcezakirinê derbas kir de tên darizandin, armanc ne dîtin û cezakirina kiryaran e.

Wekî dosyayên berê yên bi vê rengî, dirêjkirina dosyayê û bidawîkirina wê bi bêcezakirinê ye. Di tevahiya dozê de dadgehê, hemû daxwazên ji bo ronîkirina sûîqestê red kir û ji bo rê li ber eşkerekirina kiryarên êrîşê û têkiliyên wan bê girtin, helwest nîşan da.

Hêzên ku Tahîr Elçî qetil kirin û îradeya siyasî û mekanîzmaya darazê ya ku van hêzan parast, beraat kir û li pişt wan sekinî, weke koalîsyona xerab a li dijî gelên Tirkiyeyê hebûna xwe didomîne.

Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî bidomînin û em ê dev ji qatil, teşwîqkar û berpirsyarên kujerên siyasî yên bi vê rengê bi taybetî jî qetilkirina Tahîr Elçî bernedin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.