NÛÇEYÊN KURDÎ

KESÊN JI TOKÎ LI BENDA XANÎ BÛ LI KUÇEYAN MAN E

Li Amedê xanîyên civakî yên aîdî TOKÎ yên ku di sala 2019an de dihat gotin "wê di salek û nîvê de biqede" tevê ku 3 sal derbas bûn jî nehatin teslîmkirin.

KESÊN JI TOKÎ LI BENDA XANÎ BÛ LI KUÇEYAN MAN E

Li Amedê xanîyên civakî yên aîdî TOKÎ yên ku di sala 2019an de dihat gotin "wê di salek û nîvê de biqede" tevê ku 3 sal derbas bûn jî nehatin teslîmkirin. Hat ragihandin ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku ji ber qezaya madenê ya ku li Bartînê 41 kesan jîyana xwe ji dest dabûn wê roja şemîyê bihata bajêr û paşê bernameya xwe taloq kir, wê bi merasimekê malên TOKÎ teslîm bikeira. Lê belê ji ber bername ku hat taloqkirin, malên welatîyan nedan wan. Li gor nûçeya Rojnameya Tîgrîsê, welatîyên ku malên wan nehatine teslîmkirin dîyar kirin ku mexdûr bûne û ji rayedaran alîkarî xwestin. Welatîyê bi navê Nevzat Akyar ê ku dîyar kir ji ber ku mala wî nehatîye teslîmkirin ew bi eşyayên xwe li kuçeyê ma ye û wiha got: “Bi ti awayê malên me nehatin teslîmkirin. Ev yek jî bala me dikişîn e. Ji ber ku mala min tune, min kon veda, ez di kon de dimînim." Hasan Dînc ê ku ew jî mexdûr bûye wiha axivî; “Em bi rastî jî rewşeke dijwar de ne. Divê demildest xanîyên me bidin me."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.