NÛÇEYÊN KURDÎ

KESÊN KU LI AMEDÊ HATIBÛN BINÇAVKIRIN SERBEST HATIN BERDAN

22 kesên ku li Amedê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

KESÊN KU LI AMEDÊ HATIBÛN BINÇAVKIRIN SERBEST HATIN BERDAN

 

22 kesên ku li Amedê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Di çarçoveya operasyona ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand di 16ê Çileyê da li 28 bajaran hat kirin de 165 kes hatin binçavkirin, 22 kesên ku li Amedê hatibûn binçavkirin li Midûrîyeta Emnîyetê ya Bajêr dihatin ragirtin. 

Lêpirsîna kesên ku bi îxbara "xwepêşanan li dar bixin û zarokan perwerde bikin û di çalakîyan de bikar bînin" hatin binçavkirin duh êvarê dest pê kir.

Di lêpirsîna 22 kes de derbarê kovar û rojnameyên ku di lêgerîna li navnîşanên wan de hatin desteserkirin jî hat pirsîn. 22 kes piştê îfadeya wan serbest hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.