NÛÇEYÊN KURDÎ

KESÊN KU TÊ ÎDÎAKIRIN MHPYÎ NE, OTOBUSA RÊWÎYAN DAN SEKNANDIN Û XWESTIN BI TEVLÊ RÊWÎYAN BIŞEWITÎNIN!

AMED RADYO TV - Otobusa rêwîyan a ku ber bi Dersimê ve diçû ji alîyê komeke ku tê îdîakirin endamên MHP’ê ne, hat rawestandin û hat îdiakirin ku xwestine wesayîtê bi tevlê rêwîyên têne bişewitînin.

Li gor nûçeya Rûdawê, otobusa rêwîyan a navbajaran ya şîrketa Can Dersîm Tuncelîlîler a ku sefera Samsûnê dikir, li Gumuşhaneyê ji alîyê komeke ku tê îdiakirin ji MHP'ê ye hatîye seknandin. Siwareya ku alên MHP'ê li serê aliqandî bû, piştê demeke dirêj otobusa rêwîyan şopand û rê li berê girt. Kesên ku ji wesayîtê peya bûn gotin ku ew ê otobusa rêwîyan bişewitînin. Rêwîyan li dijî MHP'yîyên ku li camên otobusê xistin û xwestin derî bi zorê vebikin, bertek nîşan dan. Koma ku hat dîtin li pey provokasyon û hewldana tundîyê ye, li wesayîtan siwar bûn û ji cihê bûyerê revîyan. Ajokarê otobusa rêwîyan Mehmet Kiliç jî dîyar kir ku ewlehîya canê wan tune ye. NAVENDA NÛÇEYAN

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.