NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK AMED: EM BÛTÇEYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK DIXWAZIN

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) li Amedê dema li Meclîsê li ser budçeya sala 2024'an dihat nîqaşkirin daxuyanîyeke çapemenîyê da.

KESK AMED: EM BÛTÇEYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK DIXWAZIN

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) li Amedê dema li Meclîsê li ser budçeya sala 2024'an dihat nîqaşkirin daxuyanîyeke çapemenîyê da.

Di daxuyanîya bi sernavê "Em Budçeyek li gor Ked û Gel a Demokratîk Dixwazin" de wiha hat gotin: "Em dixwazin dawî li polîtîka û pêkanînên koletîya li ser kedê bê anîn."

Daxuyanî ji alîyê Hevseroka Sendîkaya Karkerên Ofîsan a Şaxa Amedê Guneş Ozel ve hat xwendin.

Ozel wiha axivî, “Em weke mirovên ku debara xwe bi kedê dikin, her roj feqîrtir û bêewlehtir dibin. Hejmara bêkaran di sala 2023an de gihîşt 9 milyonê. Ji her 5 ciwanan yek û ji her 3 jinan yek bêkar e. Wan welat kir welatê ku enflasyona fermî ya herî bilind di nav welatên (Convention on the Organisation for Economic Co-operation and Development) OECD de heye. Li seranserê cîhanê enflasyona xwarinê her ku diçe kêm dibe, li welatê me her ku diçe zêde dibe.

Digel ku navînî ya OECD ji sedî 8 e, ême enflasyona xwarinê ji sedî 72, ku 9 qat e. Ji ber vê yekê em nikarin bi mûçeyê ku distînin heta dawîya mehê bînin.

Em ji bo hewcedariyên xwe yên herî bingehîn bi cîh bînin dikevin bin deynan." Ozel rexne li hikûmetê kir ku sozên xwe bi cîh nayîne û got, "Tevê ku ev tişt dîyar in, lê dewlet bi gotina 'Me karker, memûr û teqawîd di bin enflasyonê neperçiqand' tinazên xwe bi me hemûyan dike."

Ozel got, "Em li hemberê neheqî û bêedaletîyê ku ji sedî 99 ji bo berjewendîyên ji sedî 1 paşguh dike, ne bêçare ne" û destnîşan kir ku ji bo daxwazên xwe di 2yê Kanûna 2023an da li Amed û Stenbolê 2 mitîngên mezin ên herêmî li gor daxwazên wan tên lidarxistin û bang li hemû beşên civakê kir ku ji bo 'budçeya ku alîgirê gel e' li ber xwe bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.