NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK AMED: HETA ZILM BI DAWÎ BIBE WÊ TÊKOŞÎNA ME BERDEWAM BE

Platforma Şaxên Sendîkaya Kedkarên Cemawerîyê ya Amedê (KES) li Parka Hazal a navçeya Yenîşehîrê, ji bo îadekirina kedkarên cemawerîyê yên ku bi KHKyê bi awayê derqanûnî ji peywirê hatibûn dûrxistin di hefteya 62emîn a çalakîyê de daxuyanî da.

Serokê Şaxa Haber Senê Mehmet Ûlûg di daxuyanîyê de axivî û wiha got, “Hikûmeta ku hewla derbeyê ya 15’ê Tîrmehê wek dîyarîya Xwedê dibîne, bi dehan KHKyan bi hezaran karker, bi awayekî derqanûnî ji kar derxistin.

Hikûmet bi vê yekê têr nebû, bi biryarnameyên OHALê li gelek sazî û şaredarîyan qeyûm tayîn kir. Biryarên keyfî yên komîsyona OHALê niha jî, ji alîyê darazê ve tên berdewam kirin û zextên hikûmeta AKP-MHP'ê yên li ser darazê dibe sedem ku neheqîyên KHKyan bidome.

Em ji vir careke din diqîrin ku heta hevalê me yê dawî li karê xwe bê vegerandin û ev zilm biqede, em ê têkoşîna xwe bidomînin û ti hêz nikare pêşîya vê têkoşînê bigire.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.