NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK AMED, ÊRÎŞÊN ÎSRAÎL ÊN LI SER NEXWEŞXANEYÊ PROTESTO KIR

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê, hedefgirtina Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneya li Gazeyê û qetilkirina bi sedan kesan protesto kir.

KESK AMED, ÊRÎŞÊN ÎSRAÎL ÊN LI SER NEXWEŞXANEYÊ PROTESTO KIR

 Di şerê navbera Îsraîl û Filistînê de, di encama bombebarankirina Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst a Filistînê ku ji alîyê Îsraîlê ve hatibû kirin, zêdeyê hezar kes jîyana xwe ji dest dan.

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê êrîşê protesto kir û li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî daxuyanî da çapemenîyê.

Hevserokê Şaxa Hêjmar 2 ya Egîtîm Sen a Amedê Hasan Çîtrik ku daxuyanîya bi serenavê “Em ji qirkirinê re bêj bes, li hundir û derve têkoşîna aştîyê bilind bikin” xwend û wiha got: “17’ê Cotmehê di dîroka mirovahîyê de wek roja reş, roja qirkirinê cîh girt.

Di encama êrîşa hikûmeta rastgir, nîjadperest, faşîst a Îsraîlê ya ku di navê wî her tim gendelîyê de jî heye, li ser nexweşxaneya li Gazeyê ku piranîya nexweşan jê zarok bûn, bi sedan kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Em komkujîyê bi tundî şermezar dikin, ji malbatên kesên jîyana xwe ji dest dane re sersaxîyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.

 Hasan Çitrik got, "Ev şer û sûcekî eşkere li dijî mirovahiyê ye" û wiha berdewamkir:

"Her wiha em dixwazin bidin zanîn ku êrîşên HAMAS'ê bi taybetî êrîşên ku sivîlên Îsraîlê zirar dîtine û nîşandana cenazeyên sivîlan jî sûcê şer e.

Ji bo pêşî li sûcên şer û komkujîyên bi vî rengê bê girtin û hesab ji wan bê pirsîn, divê demildest gavên ku van sûcan kirine û fermana êrîşên bi vî rengê yên ku bûne sedema mirina sivîlan, li dadgeha tawanên şer bên darizandin.

Ji bo rê li ber sûcên din were girtin, divê hikûmeta Îsraîl êrîşan rawestîne, agirbest bê avakirin, astengîyên li pêşîya alîkarîyên mirovî bên rakirin û çareserîya pirsgirêkan bi rêya aştî û dîyalogê bibe bingeh."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.