NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK: EM DÎYAR DIKIN KU EWLEHÎYA SINDOQAN DI XETEREYÊ DE YE

Hevserokê Egîtîm Sena Amedê Zulkuf Guneş dîyar kir ku endamên KESK’ê yên ji bo li ser sindoqan bibin wezîfedar navê xwe nivîsandine lê navên wan hatine jêbirin û got: “Em carek din dîyar dikin ku ewlehîya hilbijartinê di bin xetereyê ye.”

Guneş got, “Li bajarê me ku nêzî 40 hezar peywirdarên cemawerîyê lê hene, hejmara endamên KESK'ê yên ji 20 hezarî pêk tên, tenê navê derdora sed kesan di lîsteyê de cîhdigre. Ji ber vê yekê em careke din dîyar dikin ku ewlehîya sindoqan di bin metirsîyê de ye."

Sekretera Jinan a Sendîkaya BESê ya Amedê Guneş Ozel dîyar kir ku hemû partî di şert û mercên wekhev de nakevin pêşbirkê û got, "Em dixwazin dîyar bikin ku ev pêkanîn di nava endamên me û di nava civakê de bû sedema bertekeke mezin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.