NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK: KOMÎSYONA OHALÊ BI DAWÎ BIBE

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ya Amedê, li Parka Hazal a navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyek da û xwest ku madeya demkî ya 35'an a li Biryarnameya di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hat zêdekirin, bê rakirin.

KESK: KOMÎSYONA OHALÊ BI DAWÎ BIBE

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ya Amedê, li Parka Hazal a navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyek da û xwest ku madeya demkî ya 35'an a li Biryarnameya di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hat zêdekirin, bê rakirin.

Hevserokê Şaxa Hêjmar 1 ya Perwerdehîyê ya Amedê Zulkuf Guneş, daxuyanî da û xala 35'an a ku îspata wê ye ku dewlet bi rastî OHAL’ê didomîne, bi bîr xist. Guneş wiha berdewam kir; “Ji ber vê madeyê, hefteya borî li Erxenîyê endamê Egîtîm Sen’ê Ahmet Taş, bi hincetên belasebeb hat îxrackirin. Weke ku bêhiqûqîya hikûmetê ya bi xala demkî ya 35’an re têrê nake, di nava sazîyan de bi torpîlê alîgîrên xwe bi cih kirine û vê pêvajoya antîdemokratîk berdewam dike.”

Guneş, dîyarkir ku ew ê li dijî van biryarên hikûmetê, têkoşîna xwe bidomînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir; “Em careke din bang li hikûmetê dikin ku dawî li komîsyona OHAL’ê û xala 35’an a demkî bîne. Bila hevalên me yên ku bi awayekî nehiqûqî ji kar hatine dûrxistin, vegerin ser peywira xwe. Em bang li hikûmetê dikin ku bila dawîya hemû biryarên antîdemokratîk ên li welêt bîne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.