NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK: NE BUDÇEYA HILBIJARTINÊ, EM BUDÇEYA DEBARÊ DIXWAZIN!

Endamên Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ji bo butçeya sala 2023'an a ku hêj li Meclîsê tê nîqaşkirin, bertekên xwe didomînin.

Endamên Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê derbarê muzakereyên budçeyê de daxuyanî dan û gotin, "Em ne budçeya hilbijartinê, butçeya debarê ya ji bo gel û kedê dixwazin." Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Varol Oztorûn derbarê mijarê de axivî û wiha got, "Em di rojên gelekî zehmet re derbas dibin. Li gorê TUÎK'ê ya ku em ti kes pê ne bawerin mûçe û meaşên me bi salan hat zêdekirin. Em hatin rewşeke wiha ku dikarin debara mala xwe bikin û em xizan û feqîrtir bûn." Oztorûn, anî ziman ku hilbijartin nêzîk dibe û butçeya ku hatîye çêkirin ne li xêra karmendan e û dîyar kir ku ew ê di 17'ê Kanûnê de li Enqereyê li dijî budçeyê bi sernavê "Ne budçeya hilbijartinê, em budçeya debarê dixwazın!" mîtîngekê lidar dixin û hemû kes vexwendin mîtîngê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.