NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ Û BABACAN VÎDEOYA “LÎGA ŞAMPÎYONAN AMADE YE” WEŞAND

Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan bi sernavê "Lîga Şampîyonan amade ye" vîdeoyek nû weşandin.

KILIÇDAROGLÛ Û BABACAN VÎDEOYA “LÎGA ŞAMPÎYONAN AMADE YE” WEŞAND

Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan bi sernavê "Lîga Şampîyonan amade ye" vîdeoyek nû weşandin.

Kiliçdaroglu di axaftina xwe de wiha got, "Ez û birêz Alî yê ku piştê 15'ê Gulanê em ê bi hev re xebatên pir girîng bimeşînin, niha em pevre çay vedixwun. 

Weke Tifaqa Milet em ê aborîyê li ser asta cîhanê biewle bikin.Wê lîyaqat pîşeyan dîsa li sazîyan vegere.

Em ê bawerîyeke realîst bidin derdorên darayî. Em ê di bacên dadmendîyê de jî dîsîplîna budçeyê misoger bikin. Em ê welatê xwe bikin welatekî ku bi veberhênanên paqij, bi tevgerên hilberînê yên di her qadê de û teknolojîyên nûjen bi cîhanê re pêşbazîyê bikin." Babacan jî di axavtina xwe de wiha got, "Hikûmeta heyî plan dike ku îsal nêzî 765 milyar faîza li Tirkîyeyê bide. Ev pere têra milyonek xanîyan e ku dikare bê pere bidin welatîyan.

Bê edalet di aborîyê de serkeftî nabe. Rêveberîya aborî meseleya kadroyan e. Tenê kadroyên perwerdekirî, rastgo û jêhatî dikarin pirsgirêkên aborî yên welêt çareser bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.