NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ BI NAVÊ “KARÊ QRÊJ” VÎDEOYEK WEŞAND

Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek bi sernavê "Karên qirêj" weşand.

KILIÇDAROGLÛ BI NAVÊ “KARÊ QRÊJ” VÎDEOYEK WEŞAND

Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek bi sernavê "Karên qirêj" weşand.

Kiliçdaroglu bi bîr xist ku li çapxaneyeke navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê broşureke bi logoya CHPê û li ser wê "Em ê Apo derxin" nivîsandî çap kirine û wiha got: "Ji bo vê hilbijartinê manîpule bikin çi ji destê wan tê dikin."

Kiliçdaroglu di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna propagandaya reş a berîya hilbijartinê ya li dijî muxalefetê. Bi gotina "Şer cejna lehengan e. Bila wisa werin, bila hemû werin" bang li welatîyan kir ku xwedî li rûmeta xwe derkevin.

Kiliçdaroglu wiha berdewam dike; “Gelê min ê hêja; Ez ê ji we re bibêjim ku wê di dawîya vê yekê de çi bibe. Di dawîyê de wê rastî/durustî bi ser bikeve. Hûn jixwe dizanin ku paşê çi ye. Têlefonên wan çeteyan wê dest bi lêdana tal bikin. Ew ê wê kabûsê bijîn. Ji ber vê yekê hûn ê di vê pêvajoyê de çi bikin? Hûn ê dilovanîya xwe winda nekin. Ne ji ber ku ew baş in, lê ji ber ku hûn baş in divê hûn dev ji dilovanîya xwe bernedin. Ne hêja ye, ez sond dixwim ku ne hêja ye”.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.