NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ, BI YAVAŞ Û ÎMAMOGLÛ RE VÎDEOYA “EGÎDÊN MIN” WEŞAND

Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû bi sernavê "Egîdên min" vîdeoyek weşand û tê de Şaredarê Bajarê Enqereyê Mansûr Yavaş û Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî cih digirin.

Kiliçdaroglû bi gotina "Gelê min ê hêja, îro ez bi cîgirên xwe re bang li we dikim" dest bi vîdeoyê kir û wiha berdewam kir, “Hûn dizanin di rojeva gelê me de çi heye, pirsgirêkên aborî, agir di mitbaxê de ye. Pirsgirêka kirê heye. Her wiha erdhej û lehî jî hene. Li welatê me felaket hene û felaketên muhtemel dibe ku biqewimin. Ez dixwazim Tirkîyeyê li dijî bobelatan amade bikim û berxwedana bajarên me zêde û bi hêz bikim. Kî vê karê wê baştir bike? Helbet Serok Ekrem dike. Ew mêrxas e ku wê dawî li vê bajarîbûna xerab bîne. Di rojeva me de wekî din çi heye? Polîtîkayên civakî. Divê em bi lez aborîya malê xurt bikin. Ji sîgortaya piştgirîya malbatê bigire heta îstîhdama jinan, di têkoşîna li dijî xizanîyê de gelek xebatên me hene. Kîjan mêrxas wê vê karê bike? Bi awayeke xwezayî Serokê me yê Mansûr wê vê karê bike. Milet ê min ê delal, em ê pir bixebitin pir. Em ji rojeva cîhanê pir dûr ketin û li paş man e. Divê em pir bixebitin da ku ev mesafeya navberê were girtin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.