GÜNDEM

KILIÇDAROGLÛ JI BO DEMÎRTAŞ GOT: EZ SILAVÊN XWE JÊ RE DIŞÎNIM

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, bersiva Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş da ku Demîrtaş pêşniyar kiribû ku seray ji bo jinan were veqetandin û wiha got: “Li gor min ev pêşniyareke pir baş e, ez spasiya wî dikim û silavên xwe ji vir dişînim.

Ez jî dizanim ku ew bi neheqî di girtîgehê de tê ragirtin. Her wiha ez dizanim ku gelek pirsgirêkên jinan hene. Ciwanên me hene ku zanîngeh qedandine û bêkar in. Dê û bavên wan di drameke mezin dijîn. Ji ber vê yekê navê sazîya ku van hemû pirsgirêkan çaser bike sazîya sîysetê ye. Ger siyasetmedar çavkaniyan rast xerc û beralî bike dikare hemû pirsgirêkan çareser bike. Divê em civakeke ku şîdet lê nebe û jin rastî şîdetê neyê, ava bikin. Divê civak di vê mijarê de hinekî bê perwerdekirin." Kiliçdaroglu, bal kişand ser namzediya serokomariyê û civîna Maseya Şeşalî û wiha got, "Em ê di 13'ê Sibatê de namzetê xwe eşkere bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.