NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ MÛÇEYA HERÎ KÊM ŞÎROVE KIR: EZ ECÊBMAYÎ DIMÎNIM

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de bertek nîşanê zema nû ya li mûçeya herî kêm û helwesta Turk-Îşê da û got “Mûçeya herî kêm bûye 11 hezar û 402 lîre.

Ma ev reqemek maqûl e?" Kiliçdaroglû di berdewama daxuyanîya xwe de jî wiha got, “Tişta ku ez ecêbmayî mam e jî ew e ku Serokê Giştî yê Turk-Îşê qet îtîraz nekiriye. Daxuyaniyeke din a heman Türk-Îş jî heye, dibêje Maliyeta jiyana karmendekî bi tenê 13 hezar û 430 TL ye. Ma hûn ê li dijî vê yekê ranebin! Ev yek ne rast e.

Erka sendîkayê ye ku maf û qanûnên kedkaran biparêze. Ger sendîkayê îradeya xwe îpotek dabe Qesrê, êdî ew yekîtîyê namîne. Di qanûnê de navê wê 'Yekîtiya Zer' e. Em nabêjin zêdebûneke giran bikin, lê me got 15 hezar lîre. Ev jî nehat qebûlkirin. Ji ber vê yekê li ser me ye ku em li maf û qanûnên karkeran bigerin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.