NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLU: CAN ATALAY ÇIMA DI GIRTÎGEHÊ DE YE? JI ÇI SEDEMÊ?

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, derbarê neberdana Parlamenterê Partîya Karkerên Tirkîye (TÎP) Can Atalay tevê ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirina mafên wî da ye de, rexne li vê yekê girt.

Kiliçdaroglu di civîna koma partîya xwe de derbarê rojevê de nirxandinan kir û got, “Yên ku Komarê ava kirin li dijî gendelîyê têkoşîn kirin. Lê vana ji bo ku li dijî gendelîyê tênekoşin qanûn derxistin. Ew hesabê her pereyê didan gel. Lê vana di nav luks û spehî de ne. Dadgeha Muhasebeyê bi tevahî bêfonksîyon hiştine.

Vana kir ku Lîreyê Tirk li erd û xaran digere." Kiliçdaroglu rexne li neberdana Can Atalay jî girt û got; “Çima Can Atalay di girtîgehê de ye, ji ber çi sedemê? Ligel ku Dadgeha Destûra Bingehîn xwedî biryarên berê bû jî, biryara xwe bi talîmatê da. Erê ew ne nûnerê me ye, lê eger neheqî hebe, CHP wek derî li dijî wê ye. Biryarên berê hatin girtin. Endamê Komîsyona Mafên Mirovan li girtîgehê çi dike? Em komareke ku rêzê li mafên mirovan bigire dixwazin. Em komarek dixwazin ku tê de qanûndanîn û dadwerî erkên xwe yên hatine erkdarkirin pêk bînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.