NÛÇEYÊN KURDÎ

KLÛBA SPORÊ YA DEPSAŞ ENERJÎ LI ANTALYAYÊ 3 XELAT WERGIRT

Werzîşvanên Klûba Sporê ya DEPSAŞ Enerjî di 11emîn Turnuvaya Taekwondo ya Vekirî ya Tirkîyeyê ya ku li Antalyayê hat lidarxistin da reqîbên xwe têk birin û bi ser ketin.

KLÛBA SPORÊ YA DEPSAŞ ENERJÎ LI ANTALYAYÊ 3 XELAT WERGIRT

 

Ji werzişvanên DEPSAŞ Enerjî Yusuf Badem ê ku di kategorîya 59 kîlo ya xortan de hemû reqîbên xwe têk bir û bû şampîyon, xelata zêr wergirt.

Emre Talha Evîn di fînala 55 kg de ji reqîbê xwe re têk çû û bi xelata zîv tûrnûvayê temam kir. Di peşbirka 55 kg ya xortan de İbrahim Oter jî bû 3yemin û xelata bronz bi dest xist.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.