NÛÇEYÊN KURDÎ

KLÎMAYÊN BALAFIRGEHA AMEDÊ JI CÎMERÊ HAT GILÎKIRIN

Derbarê pergala germkirinê ya li Balafirgeha Amedê ku naxebite de ji CÎMER'ê re gilî hat kirin.

KLÎMAYÊN BALAFIRGEHA AMEDÊ JI CÎMERÊ HAT GILÎKIRIN

Derbarê pergala germkirinê ya li Balafirgeha Amedê ku naxebite de ji CÎMER'ê re gilî hat kirin.

Yek ji welatîyên ku ji ber pergala germkirinê bi rojan li Balafirgeha Amedê naxebite serî li CÎMER'ê da. Di bersiva CÎMERê de wiha hat gotin: “Ji ber xirabûna pergalên klîmayê yên avahîya Termînala Balafirgeha me, pergalên klîmayê yên avahiyê ji bo demekê ji xizmetê derketin.

"Xebatên lênêrînê û tamîrkirinê berdewam dike û em lêborîna xwe dixwazin ji ber astengkirina xizmetguzarîyê." Di bersiva CÎMER'ê de derbarê xerabûna klîmayê wê kengê bê çareserkirin de tu agahî nehat dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.