NÛÇEYÊN KURDÎ

KOLANA GAZÎ WÊ DAWÎYA HEFTEYÊ JI TRAFÎKÊ RE GIRTÎ BE

Kolana Gazî ya Sûra dîrokî ya Amedê wê dawîya hefteyê ji trafîkê re bê girtin.

KOLANA GAZÎ WÊ DAWÎYA HEFTEYÊ JI TRAFÎKÊ RE GIRTÎ BE

Kolana Gazî ya Sûra dîrokî ya Amedê wê dawîya hefteyê ji trafîkê re bê girtin.

Li Kolana Gazîyê ya ku hem ji alîyê gelê Amedê hem jî ji alîyê tûrîstên xwecihî û bîyanî ve herî zêde tê zîyaretkirin û danûstendin lê tê kirin, ji ber qelebalixîya trafîka mirov û siwareyan, car carna pirsgirêk derdikevin.

Şaredarîya Bajarê Amedê daxuyanî da û dîyarkir ku ji 19ê tebaxê roja înê û pê de, Kolana Gazî wê di demjimêrên dîyar de ji trafîkê re bê girtin.

Kolana Gazî, havînê demjimêr di navbera 10:00-19:00an de û zivistanê jî di navbera demjimêr 10:00-18:00an de ji bo her cure siwareyên bi motor wê girtî be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.