NÛÇEYÊN KURDÎ

KOLANA ÎNONÛ JI BER HILWEŞANDINA AVAHÎYAN TÊ GIRTIN

Kolana Înonû ya Amedê ji ber xebatên hilweşandina avahîyan wê 5 roj ji hatûçûna wesayîtan re girtî be.

KOLANA ÎNONÛ JI BER HILWEŞANDINA AVAHÎYAN TÊ GIRTIN

Di çarçoveya hilweşandina avahîyên ku di erdhêja Mereşê de zirareke mezin dîtine de beşek ji Bulvara Înonû ya Amedê wê 5 roj ji trafîkê re bê girtin.

 

Li gor daxuyanîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li Bulvara Înonû ya navçeya Sûrê, ji ber hilweşandina avahîyên ku zirareke mezin dîtine, biryar da ku beşek rê li trafîkê bê girtin.

 

Li gor qerara ku hat dayîn, beşa bulvarê ya di navbera Du Derî û Yek Derî de wê di navbera 1-5ê Sibatê de ji her du alîyan ve li hatûçûna wesayîtan bê girtin.

 

Li gorê biryara ku ji bo pêşîgirtina li rîskên mihtemel ên di dema hilweşandinê de hat girtin, ajokarên wesayîtan wê rêyên alternatîf bikar bînin.

 

Otobus û mînîbusên hatûçûnê yên nav bajêr wê ji Kolana Alî Emrî, Kolana Kibris, Bulvara Înonû bên û ji Yek Derîyê derkevin. Wesayîtên ku ji Kolana Kibrîsê tên wê ji Yek Derî û Kolana Alî Emrîyê ve derkevin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.