NÛÇEYÊN KURDÎ

KOMELEYA PEDÎATRÎ YA ROJHILAT BERTEK NÎŞANÊ ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ DA

Komeleya Pedîatrî ya Rojhilat êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê şermezar kir.

KOMELEYA PEDÎATRÎ YA ROJHILAT BERTEK NÎŞANÊ ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ DA

Komeleya Pedîatrî ya Rojhilat êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê şermezar kir.

Komeleya Pedîatrî ya Rojhilat bi daxuyanîyeke çapemenîyê êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê protesto kir û wiha got: "Em wek Komeleya Pedîatrî ya Rojhilat êrîşên dijmirovî yên Îsraîlê yên li ser Gazeyê ku bi rojan e didomin, bi tundî şermezar dikin.

Bi bombebarana nexweşxaneyên li Gazeyê bi hezaran kes ku piranîya wan zarok bûn hatin qetilkirin, bi rêya terorê sûcên li dijî mirovahîyê hatin kirin û qirkirineke eşkere hat kirin. Em bang li her kesê li ser rûyê erdê ku dilê wan nekevir e û mêjîyê wan negirtî ye dikin, li dijî vê wehşet, komkujî, teror û qirkirinê rabin ser pîyan.

Dîrok wê ji êrîşên û dagirkerîyên emperyalîzmê û yên ku destekê didin van û guh û çavên xwe ji xerabîyan re digire, hesab bipirse. Em careke din zilma ku li gelê Filistînê tê kirin û kujerên zarok û pitikan şermezar dikin û êşa wan ji dil parve dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.