NÛÇEYÊN KURDÎ

KONFERANSA JINAN A AMEDÊ: HEVSEROKATÎ XETA ME YA BINEFŞÎ YE

Di Konferansa Jinan a Amedê de li her sazî û qadan giraniya "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye" derket pêş.

KONFERANSA JINAN A AMEDÊ: HEVSEROKATÎ XETA ME YA BINEFŞÎ YE

Lîjneya Rêveberîyên Herêmî ya Demokratîk a Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa Jinan a Herêma Amedê li dar xist.

 

Li salona konferansê ku gelek jin lê amade bûn pankartên "Ji bo Azadîyê" û "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye" hatin daliqandin. Konferansa herêmê ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi avakirina meclîsê berdewam kir.

 

Hevberdevka Desteya Rêveberîyên Herêmî ya HDP'ê Halîde Turkoglû di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna şerên li Rojhilata Navîn.

Turkoglu wiha got, “Em dikarin bibêjin ku ji Filistînê heta Rojava, netew dewletan rejîmeke şer didomînin ku bi gelê xwe re aştîyê pêk nayîn e. Em dikarin bibêjin ku ev şer li Tirkîyeyê jî ji alîyên cuda ve didome. Ev 7 sal e em weke nûnerên îradeya gelê Kurdistanê rastê desteserkirina mafên xwe tên. Ev rejîma şer di rêveberîyên herêmî de jî xwe nîşan da, qeyûm jî nîşaneya vê ye. Bi vê statuyê mafê we yê dengdayîn û hilbijartinê hatîye desteserkirin.”

 

Turkoglu anî ziman ku israra li ser rejîma qeyûm tê wateya israra li ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Kurd û wiha berdewam kir, “Heger em bibêjin Hevserokatî hem di pêvajoyên dadwerî û hem jî di pêvajoya avakirina siyasî de mafek e, îro li vî welatî Kurd, Elewî, Ermenî û Asûrî gelên wekhev in, sîstema Hevserokatîyê bi xwe ye. Em bi taybetî jinên ku bedelên parastina pergala Hevserokatîyê domandin û niha li girtîgehan dane, silav dikin. Hevserokatî xeta me ya binefşî ye, em soz didin ku di her qadê de pêk bînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.