NÛÇEYÊN KURDÎ

KONSERTA RIHAYÊ YA ÎLKAY AKKAYÊ HATE QEDEXEKIRIN

Konserta Îlkay Akkaya ku wê di 25’ê îlonê de li Rihayê hatiba li dar xistin ji alîyê walîtîyê ve bi hinceta ‘guncav nehatîye dîtin’ hate qedexekirin.

KONSERTA RIHAYÊ YA ÎLKAY AKKAYÊ HATE QEDEXEKIRIN

Konserta Îlkay Akkaya ku wê di 25’ê îlonê de li Rihayê hatiba li dar xistin ji alîyê walîtîyê ve bi hinceta ‘guncav nehatîye dîtin’ hate qedexekirin.

Midurîyeta Şaxa Karên Hiqûqê yên Walîtîya Rihayê serlêdana destûrê ya ji bo konsertê bi hinceta ‘Lidarxistina vê bernameyê ji alîyê ewlehî û emnîyetê metirsîyê çêdike’ qedexe kir. Konserta Akkayê ya di 24’ê îlonê de jî bi hinceta ‘guncav nehat dîtin’ hatibû qedexekirin. Îlkay Akkaya bertek nîşanî biryara qedexekirinê da û wiha got: “Qedexeyek din li qedexeyan zêde bû û xuya ye wê qedexeya li ser konsertan zêde bin. Ev 34 sal in bi sedan caran e rastî vê yekê hatim. Li hemû dîkan min stranên azadî, hezkirin, edalet û wekhevîyê got. Ev rêya min e, ez ê tu carî ji vê rêyê venegerim.”

 

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.