NÛÇEYÊN KURDÎ

KONSEYA ÇANDINÎYÊ YA AMEDÊ CIVÎNA XWE YA EWIL PÊK ANÎ

Konseya Çandinîyê ya Amedê, di yekemîn civîna Lîjneya Rêveberîyê de Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê Engîn Yeşîl wek serokê Konseyê hilbijart.

KONSEYA ÇANDINÎYÊ YA AMEDÊ CIVÎNA XWE YA EWIL PÊK ANÎ

Konseya Çandinîyê ya Amedê ku bi beşdarîya 68 sazîyên sivîl û nûnerên sektora taybet li Amedê hat avakirin, di yekemîn civîna Lîjneya Rêveberîyê de hat cem hev.

Di lîjneya îcrayê de ku serokê Konseyê hat hilbijartin, Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê (DTB) Engîn Yeşîl ji bo Serokê Konseya Çandinîyê hat hilbijartin. Di civînê de bernameya karên endamên Konseyê hate dîyarkirin û biryar ji bo pêşxistina çandinîya li Herêmê hatin girtin.

 

Di civîna lîjneya rêveberîyê de Serokê Konseya Çandinîyê ya Amedê Engîn Yeşîl dîyar kir ku Konsey ji bo ku sektora çandinîyê li herêmê mezin bibe, domdarîya wê zêde bibe û stratejîyên mezinbûna sektorê rast dîyar bike wê bi hemû sazîyên pêwendîdar re bixebite.

 

Yeşîl axaftina xwe wiha domand: “Çandinî ji bo hemû welatan bi qasê wek pîşesazîya Parastinê sektorek girîng e. Ji bo vê yekê jî, em ê lêkolînên berfireh ku hemû pêkhateyên sektora çandinîyê li bajarê me dihewîne plan bikin. Konseya me wê rewşa niha ya sektora çandinîyê dîyar bike û bi nêrîn û pêşnîyarên hemû Sazî û Rêxistinên Giştî yên pêwendîdar, Rêxistinên Sivîl, Hilberîner û Akademîsyenan wê nexşerêyek derxe pêş."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.