NÛÇEYÊN KURDÎ

KONTEYNIRA KOMELEYA HÊVÎYÊN RENGÎN HAT RAKIRIN

Konteynira Komeleya Hêvîyên Rengîn a ku li Semsûrê ji bo piştgirîya mexdûrên erdhêjê dixebitî, hat rakirin.

KONTEYNIRA KOMELEYA HÊVÎYÊN RENGÎN HAT RAKIRIN

 

Komeleya ku navenda wê li Amedê ye derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got: “Li herêma Semsûrê li gel sazîyên sivîl me bi awayekî aktîf xebatên piştgirîya derûnî li dar dixist.

Tevê ku di pêvajoyên fermî de kêmasî tunebû û peymana kirêkirinê hebû jî, AFAD û hêzên ewlehîyê bêyî agahîyê bidin me û dem bidin me konteynir ji qadê derxistin.

Em bang li hemû sazî û kesên di warê mafên mirovan de dixebitin dikin.

Em vê nêzîkatî û feraseta neqanûnî qebûl nakin.” Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, astengkirina xebatên Komeleya Hêvîyên Rengîn ên li herêma erdhêjê rexne kir.

Baroyê peyam da ku ew ê di vê qonaxê de jî wekê her carê di nava piştevanîyê de bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.