GÜNDEM

ÎKRAMÎYEYA CEJNÊ YA EYTYÎYAN WÊ DI 9Ê GULANÊ DE BÊ DAYÎN

Sazîya Ewlehîya Civakî (SGK) ragihand ku îkramîyeya endamên EYT yên ku di meha Nîsanê de mafê wan hebû lê di Cejna Remezan de ji wan re nehatibû dayîn, wê di 9ê Gulanê de werbigrin.

SGK'ê derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got, “îkramîyeya Cejna Remezanê ya kesên ku berî Adara 2023an dahat û teqawid wergirtine û yên ku dahat û danûstendina wan a teqawidîyê di meha Adarê de temam bûne, di navbera 14-19ê Nîsana 2023an de hatine dayîn.

Kesên ku teqawidîya wan di meha Nîsanê de dest pê kirîye û roja destpêkirina mehane ya wan berîya 30ê Nîsanê ye, wê di 9ê Gulana 2023an de îkramîyeya cejna Remezanê bistînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.