NÛÇEYÊN KURDÎ

KUÇEYA AŞEFÇÎYAN DI BIN AVÊ DE MA! ESNAF LI HÊVÎYA ÇARESERÎYÊ NE

Li Kuçeya Aşefçîyan a Amedê ji ber golên avê ku piştê baranê çêbûn hem welatî hem jî esnaf mexdûr bûn.

KUÇEYA AŞEFÇÎYAN DI BIN AVÊ DE MA! ESNAF LI HÊVÎYA ÇARESERÎYÊ NE

Li Kuçeya Aşefçîyan a Amedê ji ber golên avê ku piştê baranê çêbûn hem welatî hem jî esnaf mexdûr bûn.

Li Kuçeya Aşefçîyan ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Amedê ve li qadeke 2 hezar çarmetir xebatên tamîr û restorasyonê bi dawî bû, piştê barana ewil ji ber xebatên binesazîyê yên ku bi temamî nehatine sererastkirin, li gelek deverên bazarê golên avê çêbûn.

Dikandaran dîyar kirin ku ji ber golên avê hemwelatî nikarin danûstendinê bikin û îsyan kirin.

Esnafên Kuçeya Aşefçîyan bang li rayedaran kirin ku divê bi awayek lezgîn ev pirsgirêk were çareser kirin.

Hemwelatî jî, ji ber golên avê ku di kuçeyê de çêbûne nikarin têkevin kuçeyê û dev ji danûstendina xwe berdidin û vedigerin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.