NÛÇEYÊN KURDÎ

KURDÎ DI XETEREYÊ DE YE: HEJMARA KESÊN BI KURDÎ DIAXIVIN KÊM DIBE

Zimanzan, nivîskar û wergêr Mistafa Aydogan, dîyar kir ku zimanê kurdî di xetereyê de ye.

KURDÎ DI XETEREYÊ DE YE: HEJMARA KESÊN BI KURDÎ DIAXIVIN KÊM DIBE

Zimanzan, nivîskar û wergêr Mistafa Aydogan, dîyar kir ku zimanê kurdî di xetereyê de ye. 

Aydogan di hevpeyvîna xwe ya li gel Ajansa Surê de dîyar kir ku nifûsa Kurdan her ku diçe zêde dibe, lê hejmara kesên ku Kurdî bi kar tînin li gor nifûsê berevajî ye û wiha berdewam kir, “Pêwîste ev nakokîya ku bandoreke neyînî li ekolojîya Kurdî dike were dîtin.

Kurdên ku ji zaimanê xwe yê dayikê mahrûm hatine hiştin em jî dibin şahidê wan ku bê çawa ji nasnameya xwe dûr dikevin. Divê ez vê yekê bibêjim ku ravekirina vê yekê bi taybetî ji Kurdên Bakur re gelek zehmet e.

Binêrin, di mijara zimanê dayîkê de em ketine çi rewşê ku îro em ji bo zimanê dayikê di hewla qanih kirinê de ne. Zimanekî ku zarokê wan pê ne axive, ne mumkûn e ku meriv qala pêşeroja wî zimanî bike. Ji bo ziman li pîya û zindî bimîne pêwîste ku derbasê nifşê nû bibin.

Aydogan, destnîşan kir ku hinek Kurd hene ku qîmetê nadin zimanê Kurdî û bi çavê ewladê dêmarîyê lê dinêr e û wiha got, “Sedema sereke ya ku ez bi piranî Kurdan rexne dikim û bi taybetî jî zana û nivîskarên ku ji zimanê xwe dûr dikeve û zimanê wekî din bikartîne rexne dikim jî ev bû.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.