NÛÇEYÊN KURDÎ

KURD NÛNERTÎYEKE MEDYAYÊ YA WEKHEV Û ADÎL DIXWAZIN

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) encamên lêkolîna "Di Çarçoveya Pirsgirêka Kurd De Têgihîştina Medyaya Kurd a li Tirkîyeyê" ku li ser nêzîkatîya çapemenîya Tirk a li pirsgirêka Kurd û feraseta Kurdan ya li ser vê mijarê disekine, bi raya giştî re parve kir.

Serokê DÎTAM'ê Mehmet Vural, dîyarkir ku di çareserîya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk û aşîtîyane de, medya xwedî roleke mezin e û wiha berdewam kir; “Lê belê em nikarin bibêjin ku medya rola xwe bi cîh anîye. Di medyayê de zimanekî marjînal ku şîdet û pevçûn pîroz dikir hat bikaranîn.”

Şêwirmenda Projeyê Doç. Dr. Sevîlay Çelenk jî di civînê de axivî û dîyarkir ku ev xebat lêgerîna çareserîya pirsgirêka Kurd e. Çelenk wiha berdewam kir: “Em dibînin ku Kurd nûnertîyeke medyayê ya wekhev û adîl dixwazin.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.